NAVENDA NÛÇEYAN – Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan di 27’ê Mijdarê de ji aliyê girtiyên siyasî ve hatibû destpêkirin, îro koma 15’mîn dewr girt û grev ket roja xwe ya 71’emîn.
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan di 27’ê Mijdarê de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin îro koma 15’mîn çalakî dewr girt û çalakî ket roja 71’emîn.
MEREŞ – Sedat Karak ê li Girtîgeha Tîpa L a Turkoglû dimîne, di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re kir de, diyar kir ku bi 4 hevalên xwe re rastî êrîşa gardiyenan hatine û got: “Gardiyenan di êrîşî de dest, ling û serê me şikandin.”