ANTALYA – Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Antalyayê, ji bo destekkirina berxwedana greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, xebata nivîsê da meşandin.
Greva birçîbûnê ya bêdem-bidorveger a ku ji hêla girtiyên siyasî ve li girtîgehan ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di 27ê Çileya de hatî destpê kirin ket roja 73-an. Dema grevên birçîbûnê di roja 73. de didome, rêxistinên ciwan û jinên ciwan gelek xebatên piştgiriyê didomînin.
Hewldanek din a piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya di roja 73. de ji Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Antalyayê hat. Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Antalyayê ji bo ragihandin û piştgiriya berxwedana zindanan xebatek nivîsê pêk anî.
Meclîsa ciwanan nivîsa bi sloganên “Dem Dema Azadîyê”, “Tecrîdê Dawî Bike” û “Deng Bide Zindana” ve bal kişand li ser grevên birçîbûnê.