MARSÎLYA – Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, komploya navneteweyî bi çalakiyekê hate şermezarkirin.
Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) danê êvarê li taxa Belle de Maî li hev kom bûn û bi wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan meşiyan.
Di çalakiyê de bi Kurdî û Fransî dirûşm hatin qîrîn, faşîzma dewleta Tirk hate şermezarkirin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.
Ciwanan bi meşaleyên bi reng bala mirovên li derdorê kişandin û piştre li navenda bajêr daxuyaniyek dan.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 22 sal in tecrîdkirî ye ku ev tecrîd şerê li Kurdistanê û Rojhilata Navîn giran dike. Ji bo aştiya nava gelan jî ciwanan xwestin ku Abdullah Ocalan ji aliyê fîzîkî ve azad bibe.