NAVENDA NÛÇEYAN –
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, sîstema Îmraliyê weke parçeyekî Komploya Navneteweyî dibîne. Ocalan di parêznameya xwe de ya bi navê ‘Ji dewleta Rahîb a Sumeran ber bi komara gel ve’ pêvajoya komployê û rastiya Îmraliyê bi rengekî vekirî radixe pêş çavan. Em beşa nehemîn parve dikin:
LI BALAFIRGEHA ATÎNAYÊ DEST PÊ KIR
Ev pêvajo, 9’ê Cotmeha 1998’an li Balafirgha Atînayê bi pêşwazîkirina min dest pê kir. Parlamenterê dost û wezîrê berê Badûvas ez dawet kiribû, lê li şûna wî Serokê Îstîxbaratê Stavrakakîs ê bi navê kod Baby û Kalenderîdîs ê bi navê kod Agît ku xwe dost nîşan dida, li şûna Badûvas ez pêşwazî kirin. Tevî ku min ji wan re got, ‘ez dixwazim serlêdana penaberiyê bikim û ev yek mafê min e’, diyar ikrin ku wê bi zordarî tevbigerin û li ser vê yekê min berê xwe da Moskowayê.
Li Moskowayê ji aliyê parlamenter Jîrînovskî ve hatim pêşwazîkirin. Nûnerê me yê partiyê Nûman Ûçar bû. Piştre bi min dan fêhmkirin ku Serokwezîr Pîrmakov gotiye, herî zêde dikarim 9 rojan bimînim û eger neçim wê bi zorê min bişînin. Wê demê li mala parlamenter Mîtrofanov mam. Di dema Moskowayê de ku 33 rojan dewam kir, Dûmayê li hemberî dengekî dijber bi 298 dengan mafê min ê penaberiya siyasî qebûl kir, lê hikumetê ev yek bi cih neanî. Lewma min berê xwe da Îtalyayê.
JI BO MIN BIREVÎNIN HER RÊ Û RÊBAZ BI KAR ANÎN
Li benda dostaniyê bûm, lê hatim girtin. Dadgehê piştre biryara girtinê rakir. Lê belê di nava dorpêçiyeke tund û giran de hatim hiştin û ji bo revandina min her rê û rêbaz hatin bikaranîn. Piştî şêst û şeş rojan, neçar mam ku derkevim. Di vê pêvajoyê de parêzer û tercûmanên min ên Îtalyayî hebûn. Dikarin rewşê vebêjin. Parêzerê min ê parlamenter Pîapîsa û tercûman Ahmet şahidê bûyeran hemûyan e.
PROJEYA HERIKÎNA ŞÎN Û PEYMANA LI SER KREDIYA ÎMF’Ê
Dema ku li Moskowayê vegeriyam, tevî ku wan soz dabûn, careke din bi helwesteke tund nêzî min bûn. Yên ku bi navê DYE û Îsraîlê hatin, Madleîne Albrîght û Arîel Şaron bûn. Nîqaş li ser krediyên ÎMF’ê dihate kirin. Projeya Herikîna Şîn jî di rojevê de bû. Bawerim di berdêla radestkirina min de di krediyên ÎMF’ê û Projeya Herikîna Şîn de bi rayedarên Moskowayê re li hev kirin.
MIN XISTIN XEFIKÊ, BI ZORÊ BIRIN
Di rawestgeha dawî de, piştî ku generalê teqawît Nagzakîs û tercûman Ayfer Kaya balafireke taybet anîn, ji Petrogradê daketim Atînayê. Ji VÎP’ê derbas bûm û şevekê li gel xizmê Nagzakîs mam. Piştî rojekê ji bo Wezîrê Karên Derve Pangalos bibînim çûm cihekî, lê li wê derê careke din Serokê Îstîxbaratê Stravrakakîs ez pêşwazî kir. Ez ketibûm xefikê. Bi zorê birin cihekî. Piştî ku rojekê bi balafirê li hewayê gerandin, min daxistin Girava Korfû. Çapemeniya Ewropayê digot, “Îşev balafirgehên Ewropayê hemû li Apo girtî ne.”
YEKÎNEYA BI RÊBAZA GLADÎO YA LI DERVEYÎ QANÛNÊ YA NATO’YÊ
Serokwezîrê Rûsyayê jî bi navê Civata Dewletên Yekbûyî qedexe kiribû. Eşkere bû ku di asteke gelekî bilind de biryar hatibû dayin. Piştre hate fêhmkirin ku ev biryar bi rengekî veşartî li Swîsreyê hatiye wergiritn. Hêza ku biryar da, yekîneyeke li derveyî qanûnê bû ya bi rêbaza Gladîoya NATO ku di kontrola DYE’yê de bû. Piştre eşkere bû ku heman yekîneyê revandina min a ber bi Kenyayê plan kiriye. Di çapemeniyê de jî ispat bû ku di vê de roleke xurt a Îstîxbarata Îngilîz heye.
Hikumeta Yewnan xwe spart dostaniya sexte û bi rola taşeroniyê tevgeriya. Kalenderîdîs ji min re got ku di nava 15 rojan de wê parasporta Komara Başûrê Efrîkayê ji min re bê dayin, ji bo vê jî divê li Sefaretxaneya Bilind a Yewnan a li Kenyayê bimînim ku wê ewletir be. Ji ber ku min ji Kalenderîdîs ê bi navê hikumetê bi min re axivî bawer kir, ez revandin Kenyayê. Hikumeta Yewnan û Sefîrê Bilind Kostûlas tevî ku haya wan ji revandinê hebûn, eşkere nekirin. Roja dawî bi emniyeta Kenyayê re li hev kirin, bi navê Pangalos garnatî dan û gotin, “Em diçin Hollandayê”. Bawerim bi bandora madde hişbir em revandin balafirgehekê û 2 radestî yekîneyeke ewlekariyê ya taybet a Tirk kirin ku ji 2’ê Sibatê ve amadekarî dikir.
Ji xwe nûnerê taybet ê Serokê DYE’yê Clînton Blîndken ji çapemeniyê re eşkere kir ku operasyon bi fermana taybet a Clînton hatiye kirin. Ev agahiyên kurt ên min dan jî nîşan dide ku hukmên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) hatine binpêkirin û tevî ku serlêdana min a penaberiyê hem li Îtalyayê hem jî li Sefaretxaneya Bilind a Yewnanîstanê hate qebûlkirin, bi rengekî ne hiqûqî hatime revandin. Li Sefaretxaneya Bilind a Yewnanîstanê ya li Kenyayê ku lê bi zorê hatim radestkirin, Sefîrê Bilind Kostûlas bi xwe ji min re got ku serlêdana min a ji bo penaberiyê hatiye qebûlkirin û bi cih tê anîn. Bi rêya parêzerekî ji Yewnanîstanê hat, min hewl dida vî karî li Atînayê bixim meriyetê. Li Kenyayê jî bi fermî di çarçoveya PMME’yê de bûm. Ji ber vê yekê min qebûl nekir ku bi zorê min derxînin derve û min li ber xwe da.
Bi kurtasî ji 9’ê Cotmehê heta 15’ê Sibatê diviyabû hukmên PMME’yê ji bo min bihata bikaranîn. Rûsya jî di nav de erka ti hikumetê nîne ku mafên peyman eşkere dike bin pê bike. Ez tevlî serlêdanên parêzerên xwe yên derbarê van dewletan de li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) kirine, dibim. Diyar dikim ku ez gilî dikim û beriya Doza Îmraliyê divê serlêdanên derbarê van welatan de yanî derbarê Yewnanîstan, Îtalya û Rûsyayê de hatine kirin bên lêkolîn. Bi vî rengî wê rûyê rast ê revandina min ronî bibe û piştre jî eşkere bibe ku destgîrkirina min li dijî PMME’yê ye.
BILA DADGEH HELWESTEKE WATEDAR NÎŞAN BIDE
Dema ku radestî tîmên Tirk hatim kirin, ti pîvan bi cih nehatin anîn, di vê mijarê de ti belge nîne, her wiha ji ber ku bûyer li nava sînorên Ewropayê qewimî, hukmên PMME’yê hatine binpêkirin. Li ser vê bingehê, ji ber ku bingeheke hiqûqî ya rûniştinên Îmraliyê nîne, wê di cih de be ku rûniştinên Îmraliyê bi biryara ‘doz nîne’ ya jî ‘nebûye’ bi encam bibe. Biryareke berevajî vê bê dayin wê li dijî PMME’yê be. Naxwe wê hiqûq jî tevlî pêvajoya komployê bê kirin û DMME weke xelekek ji vê zincîrê bê kirin. Pê bawerim ku Dadgeha Bilind wê vê yekê qebûl neke. Hêvîdar im wê Dadgeha Bilind li dijî vê lîstika revandinê ku wê jî eleqedar dike, wê helwesteke watedar nîşan bide û biryareke dîrokî ya li dîroka xwe tê bide.
HER DU ROJ JÎ BI ZANEBÛN HATIN HILBIJARTIN
Di wê baweriyê de me ku divê doz ji aliyê hiqûqî ve neyê qebûlkirin, lê tevî vê baweriya xwe jî li ser cezayê mirinê yê ku li min hate birîn dixwazim nirxandinekê bikim. Biryara mirinê ya li dijî min hate dayin, 28’ê Hezîrana 1999’an hate dayin. Ev dîrok (1925) salvegera darvekirina lîderê raperîna Kurd Şêx Seîd bû. Ya ji vê jî girîngtir, 15’ê Sibatê yanî roja radestkirina min, roja destpêkirina raperîna bi pêşengiya Şêx Seîd bû. Her du roj jî bi zanebûn hatin hilbijartin. Yanî xwestin vê yekê ji gelê Kurd re bêjin: Hûn çiqasî serî rakin jî wê encam neguhere! Serokkomar Suleyman Demîrel di axaftineke xwe de wiha digot: “28 caran serî rakirin, hemû hatin têkbirin. Aqûbeta ya dawî jî wê bi heman rengî be.”
Eşkere ye ku senaryo ji berê ve hatiye plankirin. Piştre hîn bûm ku Îsraîl, DYE û Yewnanîstan sala 1996’an tevlî vê senaryoyê bûne. Dibe be ku armanc û bendewariya wan cuda bû, lê belê li ser têkbirina min li hev kiribûn. Min bandora van hêzan a li ser Kurdan û Tevgera Azadiyê ya Kurd gelekî kêm kiribû. Hemû razemeniyên li ser nokerên xwe kiribûn pûç bûbûn. Ji ber vê yekê hemû bi hêrs bûn. Di serî de Barzanî û Talabanî, li her parçeyên Kurdistanê di nava 40-50 salî de razemenî li ser bi sedan kes û koman kiribûn, lê belê ji ber min razemeniyên wan bêkêr bûbûn. Ev yek jî sedema esasî ya komploa li dijî min bûn.
NEKARÎN QEBÛL BIKIN KU JI ‘AMÛRA KURD’ BÊPAR BIMÎNIN
‘Amûra Kurd’ di destê wan de timî weke pêwîstiyeke jiyanî ye. Ti carî qebûl nedikirin ku ji ber min ji vê yekê bêpar bimînin. Li ser vê bingehê bi rêveberiya Tirk re li hev kirin. Têkbirina Apo bi kêrî hemûyan dihat. Bi Sûriyeyê jî gelekî giran bû. Alîkarê Serok Abdulhalîm Haddam ji rojnameyeke Tirk re gotibû, “Abdullah Ocalan bandorê li Kurdên li Sûriye, Iraq û Îranê jî dike. Ji ber vê yekê me ew avêt, me jî ew nedixwest. Di mijara PKK’ê de em li ser heman xetê ne.”
Hikumeta Yewnan sala 1996’an bi Clînton re li hev kir ku ji bo kontrolkirina Tevgera Kurd, têkbirina min rêya herî guncaw e. Bi rastî jî hevkarên wan hatibûn pûçkirin. Nikarîbûn ajanekî Kurd jî bixebitînin. Elmanya ji ber sedemên hîn bingehîn li dijî min bi kîn û hêrs bû. Xurûra Elman nikarîbû xwe li kesayetiya min rabigire. Li dijî armancên wan ên kevneşop ên li ser Mezopotamyayê bûm. Îngilîstan, Fransa, Swêd, Rûsya û yên din jî xwedî sedemên bi heman rengî bûn. Zîhniyeta min bi ya wan re li hev nedikir.
WÊ RÊ LI BER LENÎNEKÎ DUYEMÎN VENEKIRIBÛNA
Tenê Îtalya hinekî acemî bû ji ber ku nû nêzî meseleyê bûbû. Îtalyayê jî piştî demeke kurt biryar da ku çûyîna min a ji wir rêya herî guncaw e. Bi rastî jî mezinên dinyayê ji aliyê çînî, neteweyî û navneteweyî ve hemfikir bûn ku ez ji aliyê siyasî û aborî ve ji bo wan giran im. Wê rê li ber derketina Lenînekî duyemîn venekiribûna.
Lê belê ji bo Îsabûneke duyemîn jî derî heta dawiyê vedikirin. Tirk digihiştin wê baweriyê ku min weke dijminê xwe yê herî mezin ê dîroka xwe bibînin. Ya rast, şovenîzm û paşverûtiya kevneşop di şexsê min de derfetên berjewendiyan bi dest xistibûn. Çepa Tirk nîşan dabû ku ji demokrasî û wekheviyê dûr e. Hevkarên Kurd jî hîn bêhtir bawer dikirin ku li hemû parçeyên Kurdistanê di navbera me de çiya hene, ewqasî dûrî ji hev in.
LI SER TASFIYEKIRINA MIN HEMÛYAN A XWE KIRIN YEK
Bi qutebirî hemû hêzên hundir û derve yên bi astan bilind ên pergala berdest li ser tasfiyekirina min a xwe kiribûn yek. Dijî hiqûqê û bi azîneyên komploger jî be, hewl didin ku fermana kuştina min bi hev re binivisin. Hin jê, hin dost û hevrê dibe ku şaş bimînin lê ez vê bersiva giştî bidim wan: ”Îsa yê xizretî ne bi wê rewşê bû ku stratejî û taktîkan bike.”
Li dijî Romayê û xefzanên wan ê fermî yên Yahûda meşa ber bi Qudsê ve layiqî dîrokê bû û tekane rêya çalakiyê bû ku wê encam bi xwe re bianiya. Piştre min meyzand, qeder li van xakan çi qasî bi ser hev ve diçin, şexsiyetek dema ku serê xwe li cîhanna serwer radike çi qasî bi ser pêxemberan ve diçû! Naxwe giyanekî hevpar ê pêvajoyên mîna hev heye, karakterek pêvajoyê heye.
Ev rewş di şertên cuda de, bi rengên cuda li qadên mîna hev ên dîrokê dubare dikir. Şertan bi lez û bez ez jî ber bi wê encamê ve tehd didam. Zela bû ku biryar li ser mirinê bû û wê biba serêşandin. Waliyê Romayî Pontîus Pîlatus jî di mijara Îsa yê Xizretî de ne alîgirê çarmîxkirinê bû. Xevzanên noker ên Yahûdî li ser vê zor lê kiribûn. Gilgamêş jî nedixwest ku nobedarê daristanê Huvava( Humbaba) bikuje lê noker Enkîdû ew da kuştin.
RASTIYA JIYAN Û MIRINÊ
Zelal e ku biryara mirinê bi temamî bi armancên siyasî ye. Ez vê bi temamî mîna parçeyeke ji komployê nabînim. Bi nêhteke baş, bi zêdebûna mirovên bi bêhna fireh li meseleyan dinerin dikarîbû mîna gaveke lihevikrina demokratîk bihata bikaranîn. Ên ku van nêzîkbûnan mîna lîstikekekê dibînin, wê bibe karê wan derdoran ku ji komployê hewl didin ku sûd werbigirin. Jixwe ev jî wê derkevin holê.
Divê diyar bikim min bixwe jî rastiya jiyan û mirinê tam zelal nekiriye. Ev xal pir vekiriye, heke bi rastî bûbim karakterê kolektîvîzmê,, lehengiya takekesî û rabûna li ber mirinê nedibû şêwazeeke çalakiyê ku hema di cih de mirov serî lê bide. Dadgehê dema ku biryara mirinê dayî, dadger Turgut Okyay qelema xwe neşikand û wê mecbûr bimaya ku diyar bike li dijî darvekirinê ye. Bi rastî jî şîlo ye bê ka mirina min wê bi çi rengî be. Ev rewş bibû qozeke mezin a siyasî. Talokeyan digotin, em hatin.
JI FIKARÊN ŞEXSÎ PIR WÊDETIR
PKK’ê û Kurdan dîroka serhildanan li gorî encamên biryara darvekirinê hazir dikirin. Derdorên paşverû û şowen ên Tirk bicihanîna biryara darvekirinê mîna veberhênaneke li hilbijartinê didîtin. Hîsên tolhildêriyê li du aliyan jî serê xwe rakiribûn. Hemû hêzên derve encamên pêkan ên biryarê şîrove dikirin. Aşkere ye, wêdetirî fikarên şexsî diviya bi berpirsyarî tevbigeriyam. Ya herî rast bû ku her roja ku dijîm li gorî hewcehiyên aştiyeke birûmet û lihevkirineke demokratîk binirxînim.
LI DIJÎ MIRINÊ HELWESTA SOKRATES
Hem ji hêla siyasî ve û hem jî ji hêla sincî ve wê ne rast bûya ku min berjewendiyên şexsî bidana pêş. Bi vê armancê, min nikarî peyam bida hin derdorên me yên ku bi vê armancê li bendî îşaretan bûn û van peyaman rê li ber encamên şaş vekira. Bi taktîkên jirêzê jî min nikarîbû PKK’ê rê ve bibim. Ji bo hesabên wiha yên berteng hem derfet nebûn û hem jî ev ê bibûya helwesteke şaş.
Li dijî mirinê, min hewl da bibim xwedî helwesteke ku mirov dikare bibêje helwesta Sokrates: Watedarkirina mirinê, dîtina felsefeya mirineke çawa û ji bo çi! Di rewşa berdest de, bi qasî ku min texmîn nedikir dijîm. Li bara vê mirina ku mîna şûrê Demokles li ser serê min kil dibe, rabûna mezin a giyên, rabûna mezin a wateyê bi xuşiyekê pêşwazî dikim. Jiyaneke wiha ku mirov nikarîbû çend heftiyan ragire û kevir jî bûya wê biheliya hatibû watedarkirin. A rast ne mirinê ez dahurandibûm, min ew dahurandibû. Biryara mirinê ez bêkêr nekiribûm, min biryara mirinê bi şêwaza wê ya bêyom û kirêt bêkêr kiribû.
Ji kûderê û çawa bihata bila bihata, te divê bila sibe bihata te divê bila piştî bi salan, mirin êdî ji bo min ne mijare wiha cidî bû. Bi ser de gihaştibûm hêzeke wiha ya maneyê ku jê re bibêjim, bi xêr hat, ser seran û çehvan hat. Problem ew bû ku vê rastiyê li gelên me re, ji dostan re, ji PKK’ê û dewletê re were vegotin. Bi qasî hêza xwe û derfetan min hewl da ku vê vebêjim. Ji felsefeya ‘bimire û bikuje” derbasbûna ber bi felsefeya ”bijî û bide jiyîn” bi berfirehî hatibû rêvebirin. Heke alî baş bixebitîna, serfiraziya vê jî, wê pêkan bûya ku bi aştiyeke birûmet bihata parvekirin.
DMME KETE REWŞE HAKEM DE
Ev geşedanên baş bûn. Nêhtên bêyom ên komployê pûç dibûn û gotina, ”di her tiştî de xêrek heye” rast derdiket. Bêguman weke berhema tecrûbeya erênî ya mirovahiyê, biryara DMME’ê ya rawestandina cezayê mirinê ku, ku ji ber dijberbûna xala 2’yan a têkilî mafê jiyanê ya PMME’yê lê hûr bûbû, keda xwe li vê pêvajoyê zêde kiribû. Ev biryar ji hêlekê ve deriyekî yomê li siyaset û dewleta Tirk jî vekiribû.
DMME ji hêlakê ve hatibû rewşa hakemiyê. Banga li aliyan dike ku li gorî hiqûqa gerdûnî tevbigerin. Ji hêlekê ve bang li Kurdan dike û dibêje, ”dev ji raperînê biqerin” û ji hêlekê ve bang li dewleta Tirk dike û dibêje, ”Ji bo çareseriya hiqûqî û demokratîk a probleman derî veke”. Ev hemû rastî, taybetmendiyên siyasî û dîrokî ya di bin biryara mirinê de û bi rengekî zelal nîşan dide ku mesel ji terorîstbûnê wêdetir e. Doza min û biryara têkilî cezayê mirinê, bûye yek ji bandora herî girîng ku têkiliyên di navbeyna Ewropa û Tirkiyê de geş bibin an jî rawestin.
HER TIŞT WÊ JI HÊLA TÊKOŞÎNÊ VE DIYAR BIBE
Ev taybetmendî jî nîşan dide bê ka pêvajoya şaristaniya demokratîk a hevdem a Tirkiyê û tevlêbûna wê, di kîjan rêyê re diçe. Darvekirina Kurdan, tinekirina wan, ji tine ve hesibandina wan tê maneya ku deriyên herî girîng ên cîhanê jî li wan werin girtin. Bi ser de, li gorî hewcehiyên serdemê, Kurd êdî bi biryara mirinê napirnisin, hemû rasteqîniyên ku bi biryareke wiha rabin ser piyan bi dest ve anîne. Belkî jî di dîrokê de cara pêşî ye di pirsgeke ev çend giran de, di biryara mirinê de, bêhfirehî û hişmendî serweriya xwe nîşan dide, vê rewşê dike henceta aştî û azadiyê û biryara jiyanê.
Heke hemû alî li ser mijarê bi kûrahî bifikirin, wê di hemû neqenciyna de berhemên baş bibînin. Ne ku tenê wê nêhta reş a aliyekî ku têra xwe xurt e wê pûç bibe, wê siûdek çêbibe ku hêviyên aliyê qenciyê jî bi ser bikeve. Biryareke mirinê ya li Imraliyê, cara pêşî, weke ku bi biryara jiyana aştiya azad hatibe mêzînê. Her tişt wê ji hêla aştiyê, lihevkirina demokratîk û têkoşîna bi hiqûqê ve were diyarkirin.
INGILTERE BI DU ALIYAN JÎ LÎST
Darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî di Komarê de rê li ber ototarîzmê, di têkiliyên Kurd û Tirkan de rê li ber înkarê û asîmîlasyona zorê vekiriye. Têkiliyên du civakan ên ku rizgariya netewî bi hev re dane gelekî ziyan gihaye ser wan. Siûda demokratîkbûna Komarê bi dest ve hatiye berdan. Hema li pey Serhildanên Dersim û Agiriyê çêbûne. Di serî de M. Kemal û Ismet Inonu, hin rêveberan fêhm kirine ku problem wiha çareser nabin. Di vê bûyerê de hêza sereke ya emperyalîzmê Ingiltere polîtîkaya lihevsorkirinê dikir. Ingiltere bi du aliyan jî listiye û polîtîkaya Mûsil-Kerkûkê bi ser xistiye.
Ingiltere piştî 75 salan, bi heman polîtîkayan ji bo ku hesabên xwe yên li ser Iraqê bi ser bixe Kurd û rêveberiya Tirk bi kar aniye. Min li dadgehê gotibû ku ”Ez divê 1925’an dîsa bi bîr bînim” û min nîşan dabû ku rêya herî rast ew e ku mirov ji dîrokê dersê bigire. Min bang kiribû ku vê carê serhildana Kurdan û cezayê mirinê yê ku li min hatiye birîn, ji bo ku veguherînim ser aştiya birûmet a Komarê û biratiya watedar, divê du alî jî tişta ku hewce dikin, bikin. Deklarasyona Aştî û Lihevkirina Demokratîk a 16’ê Tebaxa 1999’an hê jî domdar e. Dîrok, bi rengekî seyr, li ‘an aştî, an şer” a bi min re têkildar, aliqî maye.
TI AŞTÎ BÊYÎ HÊZÊ NABE
Hêza PKK’ê ji her demê zêdetir e û dikare şerekî berfireh bike. Diyar e ku ev bi wê potansiyelê ye ku dikare sedsala 21’ê jî bide windakirin.
Ji bo min dijwarî ew e ku pir kûr ketime ber dubendiya aştî û şer. Di bin biryara mirinê de bi rengekî erênî biencamkirina van dubendiyan sebr û têgihiştineke mezin hewce dike. Lê rîskên mezin hene ku hem PKK û hem jî dewlet polîtîkayên xwe yên sereke li ser biryara mirinê ya li ser min ava dikin. Ev divê veguhere ser hêzeke çendanî û çawaniyê ku zorê lê bike hêzên meşrû yên parastinê yên PKK’ ê werin ser aşiyê û her wiha civaka Tirk jî li ser bingehê qanihkirinê bi dest bixîne.
Aştiyên watedar girêdayî cidîbûna hêzan, bimewzîbûna wan, potansiyela wan e. Mirov şêawazeke şer ku serketin û têkçûna wê ne xwedî wate ye, veguherîne ser aştiyê ji bo her kesî serkeftin e. Bi aştiyeke di dubendiya têkiliyên Kurd û Tirkan de, ketine ser rêya rotaya biratiya dîrokî, divê armanca her kesî be. Divê mirov li yekîtiyê, aştiya birûmet û bicihanîna demokrasiyê bigere. Ev helwest ji aliyekî ve li gorî giyanê Kuvayî Millîye ya salên 1920’î ye ku hîmê Komarê danîne. Kurd hêza stratejîk a vê serfiraziyê bûn. Li gorî sirûşta damezirînê û deynek e ku komara cihê ku heq dikin bidin Kurdan.
KOMAR BILA JI ŞAŞÎTIYA DÎROKÎ VEGERE
Di rewşeke wiha de ku li Lozanê Komar tê pejirandin, Ismet Inonu jî meseleya Kurd nîqaş dike û dibêje, ”Me Kurd û Tirkan bi hev re komara ava kir”, di vê rewşê de ya sirûştî ew e ku bi kêmanî daxwaza çandî ya Kurdan divê neyê paşguhkirin. Bi vî rengî Komar wê ji şaşiya dîrokî vegere. PMME, demokratîkbûna Tirkiyê û tevlêbûna li YE’yê li biryara li ser min a mirinê aliqî ye. Şerekî berfireh ê Kurd û Tirkan jî bi vê biryarê re aliqî maye. Hemû geşedanên erênî û neyênî bi aqûbeta vê biryarê ne.
Di geşbûneke erênî de, ku ev rewş berevajî giyanê damezirînê ya Lozanê ye jî, YE û PMM, ku çarçoweya hiqûqî ya sereke ye, dikare bibe hakem. Bi temam rakirina taloke ya şer, girêdayî wê ye ku ev rol bi serkeftî were bicihanîn. Komara Tirkiyeê jî, li gorî hiqûqa xwe ya hevdem, divê ji ber xwe ve bersivê bide vê çareseriya bi dadmend.
AŞTIYA KURDAN Û LIHEVKIRINA DEMOKRATÎK
Kurdan ji dîrokê ve herî pir xizmet ji Tirkan re kirine. Li gel vê jî, bersiva vê divê ne înkar be û bêparhiştina ji mafên hevdem. Hîç nabe ku mirov biryara mirinê li ser serê wan mîna şûrê Demokles kil bike. Bi biratî, her çi hewce be, divê mirov mezinbûna wê ragire û bibe xwedî helwesteke çareseriyê. PKK jî bi qasî ku aştiyê bîne divê hêza xwe ya leşkerî û siyasî deyne holê. Her wiha divê biçespîne ku yekeretiya welêt û dewletê ye. Her çendî ev mîna nakokiyê xuya bike jî, divê neyê jibîrkirin ku her yekîtî senteza yekîtiyan e. Êdî divê were qebûlkirin ku avakirina Komarê ya li ser bingehê demokratîk, tenê bi çarçoweyê, bi aştiya Kurd û lihevkirina demokratîk pêkan. Divê were dîtin ku sedsala 21’ê bi vebijêrkeke dî nayê bidestxistin.
ŞEREKÎ BIRÛMET Ê AZADIYÊ
Şerê jiyan û mirinê yê li ser karakterê min ku ev 40 sal in didome hatiye ber qonaxa dawî. Ev pêvajoya ya ku hêzê netewî û navnetewî bi hêzê pozîsyona xwe diyar kirine, ji bo ku, di qenciya yekîtiya bi hêz û demokratîk a dewletê de pêk were, hemû civak, siyaset û dewlet divê li ser aştî û demokrasiya tam biryarekê bidin. Her çendî tercîha min jî aştî û demokrasî be jî, heke hêzên şer bi israr bi ser min de werin û rizandinê bidomînin, diyar e ku dawiya vî karî wê şerekî birûmet ê azadiyê be.
Wê bidome…