HANAÛ – Çalakiya hevpar a Tevgera Ciwanên Şoreşger, TEKO-Jin û enternasyonalîsta li Hanaû yê bi mîtîngekê dabûn destpêkirin.
Çalakiya ku ji bo rasthatina salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd hatibû pêkanîn, hatibû oraganîzekirin, di roja 4’an de li Darmstadtê dom dike.
Calakiyên saet 14:00’an li pêşiya gara trenê hatin ba hev ber bi Frîedensplatzê ve ketin meşê.
Piştî meşa nêzî 2 saetan dom kir û şûnde li qadê mîtîngek hate kirin. Hunermendên TEV-Çandê jî tevlî çalakiyê bûn.
Çalakvan di roja 5’an de angot 9’ê Sibatê wê saet 14:30’î li Feûerwehrach a Manheîmê bên ba hev.