NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwanên Şoreşger û jinên Ciwan ên Tebqa semînerek lidar xist. Seminer li ser Komploya 15’ê Sibatê ya li ser rêber Apo hate çêkirin.
Seminer bi tevlîbûna bi dehan endamên saziyan yên navçeya Mensûra ya Tebqa ve hate lidar xistin.
Piştî deqeyek rêzgirtin li ser rihê şehîdan, seminer hate dayîn. Pişt re sînevizyonek li ser dîroka komployê ve hat temaşe kirin.