NAVENDA NÛÇEYAN –
Dewleta Tirk ya faşist niyeta xwe ya dagirkeriyê êdî bi awayekî eşkere parvedike. Xeyalên AKP-MHP’a faşîst, kirina meryetê proja Neo Osmanîtî ye. Di vê çarçovê de gavên xwe yên yekemîn Kurdistanê de wek dagirkirina axa Kurdan ve dike. Efrîn, Bab, Ezaz, Cerablus, Serêkanî, Grê Spî û Başûrê Kurdistanê…
Her çiqa hewildanê wan li Lîbya, Katar, Behra Spî û hwd hebe jî hêzên navnetewî ji bo menfeeta xwe destûr nadin vê denklemê.
Li ser vê dewleta Tirk dîsa berê xwe dide Kurdîstanê.
Dİhat zanîn ku dewleta Tirk bi armanca dagirkerî û mêtingeriyê axa Kurdistanê dixwaze bi awayekî mayînde bixe di bin qontrola xwe.
Cara yekem wezîrê karê hundir Soylu devê xwe de revandîbû ku wan Walî yê xwe yên Enqerê de hatine erkdar kirin ve li van dera rêve dibin.
Naha Jî ji bo dagirkeriya xwe mayinde bike dewleta faşist roj bi roj saziyên xwe ava dike û dide rûniştandin.
Piştê dernek, weqif û dibistanên seretayî şunde herî dawî talîmata Erdogan ve her derê dagirkirî de zanîngehên girêdayê Zanîngehên Tirka têne vekirin.
Tişta balkêş jî di van zanîngehan de zimanê kurdî qedexe ye. Ev jî car din dide xuyakirin ku polîtiqaya asîmîlasyonê yê van cihên dagirkirî de jî werin berdewamkirin.
Ev wêneyên herî dawî jî li Efrînê hatine kişandin. Li gor agahiyên ketin destê me wek dekan jî ji aliyê Erdoğan ve kesê ku bi navê HABİB ÖZKAN hat erkdarkirin.