Rêberêmin;
Xwen û xeyalê min di xemilînê heqîqeta azadiya mirovahiya gerduna te Rêberê min. Ji her penusamin da bi hesret û ditîna te wek agirê pêta dilê Mazlumê Kawayê hemdem xwe digihîne ronahiya çavên te Serokêmin. Ez bume lêgerîna doza serkeftin û azadiya fîzîka te Serokê min. Wek agirê pîroz dora te digerim bi hesret û hêvî ya ditîna te Serokêmîn. Mirovahiya kevnar di çavênte de digerim. Şefqa jiyanê belaw dibe ser vê zarokên agir Serokêmin. Dil û mejiyê te ye mezinda buyina rêhevalê te meş û dozvanên te Rêberê min. Tekoşîn û berxwedaniya te di oxira mirovahiya diroka rastî zindî dike û dide jiyîn. Yê peyxamber û xwadeyan şerê wek te nekiriye. Bi hezaran kêç û xort bune mîna çîruska azadiyê Serokê min. Bila dîrok bila mirovahî bêje keder û hesreta ditîna te di mejî û dilê xwe de te nebînim ezê kê bibînim. Xeyalê xwe bi meş û heqîqeta wekî teyrê baz li navsera Cudiyê miradan difirin dibin mehvanê Nuh Rêberê mîn. Dilê Egît, Mazlum, Adil lê dide ji bo axa Kurdistana rengîn û wate bi lehengî şer dîke dibe hest û ramanên te. Ez bume rêwiyên doza te wek pezkoviyan çiyayên te fikr û felsefeya xwe xemilandî baz didim û têhnî dibim jî destê te avekî ji heqîqetê vexum. Bi evîn û hesreta te ya jiyanê jiyan kirin welatê Kurdistanê bedew e Rêberê min. Tu rêberê gelê hêjar, gelê kevnarî. Tu bawerî û hevîya diroka veşartiyî. Tu heval û hogirê zarokên rojêyî. Tol û îradeya hezar salayî ku xwe digîhîne rastiya xwe Rêberê min. Ken û coşê te di Kurdistanê wekî kulîlkên adarê reng vedin bi bedewiya we dibe bayek de ru yê mirovahiyê geş dîke Rêberê mîn.
Rêberê min dema Viyan bedena xwe kir pêta agirê jiyanê dema bu tekoşina irade ya gelê xwe û ji xiyanetkaranre bu bersiv. Bi tilîliyê xwe li ser heqîqeta te xwe gihand rastiya mirovahiyê û Kurd ji xewa giran hişyar kir. Bu kêça Heftanîn a rengîn bi agirê bedena xwe di derdora te bu xelekek. Xantura rengîn bi tîlîliyên Viyanan bu dojeh. Hezaran zarokên ji wê axê li oxira rêyate de tedikoşin.
Ez soza li ser xeta Viyanan didim. Li xeta agirê Viyanan qehremanên rojê şefqa xwe didin ruyê xwedavenda û ruyê wan zindî dikin. Jin dike irade hevî ya felsefeyate ya bê davî xwe digîhîne serkeftinê. Rêberê min birdozi û tekoşîna rasteqine an jî wek avê li her cîhê Kurdistanê diherike gelê bindest dike dozvan û xwedî irade radibin ser piyan. Zarokên xwe li axa pîroz de oxir dike xwe hebuna xwe bi dilête de cîh digire.
Zeryan Esmer Botan