NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Ciwanan a Çepgir a Fînlandiyayê (Vasemmîstonûorte) diyar kir ku ew tevlî kampanya ‘Dema wê ye: Ji bo aştiyeke wekhev a li Tirkiyeyê azadî ji Abdullah Ocalan re’ bûye.
Kampanya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 11’ê Çileyê ji aliyê Koma Xebatê ya Kurd a Efrîkaya Başûr (KHRAG) û Konfederasyona Sendîkayên Efrîkaya Başûr (COSATU) ve hate destpêkirin, roj bi roj mezin dibe.
Bi îmzeya Sekreterê Giştî yê Vasemmîstonûorte Henrîk Jaakola, ji Sekreterê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres re nameyeke hate şandin.
Di nameyê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li Neteweyên Yekbûyî hate kirin ku bi erka xwe rabe û işaret bi encamên rapora Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê hate kirin ku tavilê bikevin nava hewldanan.
Di nameyê de karên Neteweyên Yekbûyî yên li dijî rejîma Apartheîd a li Efrîkaya Başûr hate bibîrxistin û hate ragihandin ku heman hewldanên Pîvanên Nelson Mandela divê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî bi cih bê anîn.
Vasemmîstonûorte kuji bo nirxên sosyalîzm, demokrasî, femînîzm, hawirdorparêziya kesk-sor û enternasyonalîzmê têdikoşe, li 9 herêmên Fînlandiyayê kar dike.
Heta niha gelek rêxistin tevlî kampanyayê bûne û name ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî re şandine.