NAVENDA NÛÇEYAN – Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rêzan Sarica, Raziya Ozturk, Ibrahîm Bîlmez û Serbay Koklu ji bo ku miwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Rêzan Sarica û Newroz Uysal piştî bi 8 salan 2-22’yê Gulanê, 12-18’ê Gulanê û 7’ê Tebaxa 2019’an miwekîlê xwe dîtibûn.
Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ‘Nexşerêya” ya Rêberê Gelê Kurd ku 2009’an dabû Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) kiribû hincet û 23’yê Îlonê qedexeya hevditinê ya ji bo 6 mehan li ser Rêberê Gel Ocalan danîbû.