MANNHEÎME: Çalakiya ku ji bo protestokirina salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 5’an de didome.
Di roja 5’an de rawestgeha çalakvanan Mannhaîm bû. Çalakiya ciwanên Kurd û enternasyonalîst li Hanaûyê bi mîtîngekê destpêkiribû.
Koma ku enternasyonalîst jî cih girtibûn li Mannhaîmê karê ewilê li cihê ku 21’ê Adara 1994’an Nirgûl Yildirim (Bêrîvan) û Bedriye Taş (Ronahî) bedena xwe dabûn ber agir, ew bibîr anî.
Li ser navê YJK-E’yê Delal Rûbar axivî û Bêrîvan û Ronahî bibîr anî û bot: “Weke Rêber Apo gotî; ‘Eger ku azadî wisa hesan ba Bêrîvan û Ronahî bedena xwe ne didan ber agir’. Piştî Bêrîvan û Ronahî gelek kesên din jî bedena xwe dan ber agir. Şehîdên em tim rêya têkoşîna me ronî kiriye. PKK tevgerekî ya azadî û şoreşgeriyê ye. Em ê têkoşîna wan bidomînin.”
Heverokê KCDK-E’yê Yuksel Koç jî bal kişand ser polîtîkayên Elmanya yên bi armanca terorîzekirina PKK’ê û got: “Wê demê her tiştê Kurdan qedexe kirin. Lê me bi berxwedana xwe ev qedexe vala derxistin.”