NAVENDA NÛÇEYAN – Roj naçe ku Personelên ku di çarçoveya şerê taybet de ji hêla dewleta Tirk a faşîst ve hatine perwerdekirin, bi nûçeyên îşkence, tacîz û destavêtinê dernekevin pêş. Dewleta Tirk a dagirker, faşîst û karmendên wê, ku niha li her deverê têne xuyan kirin, di her wateyê de têkçunekî jiyan dikin.
Piştê têkçunê işkenceciyekî ku zêdetir dibe êrişkar jî Mudurê Zindana Edîrneyê Haydar Ali Ak e.
Gelo Haydar Ali Ak kiye? Haydar Ali Ak, ê ku di sala 2011, 2012, 2017 û 2019-an de bi nûçeyên îşkenceya li dijî girtiyan kirîbû ve hatibû rojevê, gelek caran hate gilî kirin, lê li şûna ku were avêtin, hate xelat kirin.
Di sala 2011 de, parêzerên ku li ser nameya hevpar a girtiyên li Girtîgeha Tîpa F’yê li Dozgeriya Tekirdagê serlêdana gilîkirinê kirin.
Hin awayên îşkenceyê ku Haydar Ali Ak li dijî girtiyan kir ev bûn;Milê girtiyekî şikandin, kulm girtiyekî dayin, girtiyên ku jê re nabêjin “Rojbaş” avêtina wan a hucreyan û talankirina menzelên girtiya…
Ev kes di sala 2017-an de bi nûçeya “bi awayê girêdana berazan ve (domuz bağı) Îşkence dike” ve ket rojevê.
Dîsa, di 2012 û 2019an de, digel ku gilî sûcên dubare ku bi îşkenceyê hatin rojevê, tiştek vê şexsê nehat kirin.
Midûrê Girtîgeha Tîpa F a Edirne yê Haydar Ali Ak, ku rêya Esat Oktay dişopîne, dîsa bi îşkenceyê di rojevê de ye. Vê carê, li Girtîgeha Tîpa F ya Edirne, Robocop û gardiyanan ve heta ku girtî li ser xwe biçin îşkence dike.
Lê em baş dizanin ku dawiya îşkencekeran, wek Esat Oktay, her tim şibiyaye hevdu. Li demek şun de ew di qirêjiya xwe de wenda bûne.