KOBANÊ – Ciwanên Kobanê li dijî êrişen dewleta tirk li ser piya ne
Erişên ku doh êvarê li dijî qadên gerila ên herêma Garê pêk hat her derên Kurdistan û li seranserê Ewropayê ji aliyê ciwana ve tê protestokirin.
Ciwanên Kobanê bi vê armancê ve daxuyaniyek da çapemeniyê.
Ciwanê ku li Komîteya parastinê de cih digrin diyarkirin ku ew wek ciwanên Kurda êrişên li ser her çar parçeyên Kurdistanê jî li ser xwe digrin. Ji ber vê êdî qirkirina Kurda ne wisa hêsan e. Ew ji bo hemû rewşa amade ne. Li dijî îxaneta malbata Mesût Berzanî ewên bêdeng nemînin
Herî dawî ciwana diyar kir ku ew ji bo çuyina Garê û li dijî êrişên Dagirkeriya Tirk amade ne.
Daxuyanî duruşmeyên “Bijî Berxwedana Garê” “Gerila Rûmet e” “Bijî Serok Apo” ve qediya.