TEBQA – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Tebqa bi daxuyaniyek êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Garê şermezar kirin.
Di daxiuyaniyê de hat gotin ku:
“Em wek ciwan û jinên ciwan ên Tebqa, êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Garê ya başûrê Kurdistanê şermezar dikin, û em diyar dikin ku em hemû di yek xendekê de ne, ji bo destekdayîna hevalên me yên tevgerên şoreşger yên li dijî dewleta Tirk a faşîst tekoşîn dikin.
Em bang li civaka navnetewî dikin ku li dijî dagirkeriyê bisekine û bang li hemû gelên me dikin ku bibin yek rêz û bi yek deng ji bo tunekirina dagirkeriyê û terorîst Erdoxan.”