QAMIŞLO –
Li dijî êrîşên Dewleta Tirk yên li ser Garê û îxaneta PDK’ê, di pêşengtiya ciwanan û Jinan de îro li seranserê Rojava de gel derketin qada.
Li Qamişloyê jî li ser banga ciwanan hezaran gel û ciwan derketin kolana û meşiyan.
Piştê bangawaziyê gel li qada Osman Sebrî kom bû û ber bi Taxa Medîne Şebabê dest bi meşê kir.
Meşê de sloganên “Bimre îxanet”, “Gerilla gel e, gel li vire” , “Bijî Serok Apo” hatin avêtin. Di vê demê de meş hê jî berdewam dike.