NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Ciwanên Şoreşgêr û Yekitîya Jinên Ciwan di derheqê êrişên dewleta dagirker ya Tirk û hevkarê wê PDK’ê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Jİ HEMÛ RAGİHANDİN Û RAYA GİŞTÎ RE
Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker li çiyayên Kurdistanê berdewam dikin, PDK’ê îxanetçî û çeteyên vê ên bi pere jî li çîyayên Kurdistanê ji bo dewleta Tirk a dagirker dibin klavûz. Li Başûrê Kurdistanê çiyayê Garê de amadekarî û êrîşên dagirkerî yê duh şev destpêkir, PDK’ê li çepikan dixist, PDK li ser navê kurdayetiyê hemî nirxan binpê dike û navê xwe di dîrokê de bi tîpên reş ve dinivîse. Rastiya ku van êrîşan bi Sibatê re hevdem bûn, di şexsê Rêber APO de Komploya Navneteweyî ya 15 Sibatê tîne bîra mirov. Dewleta Tirk a dagirker û hevkariya KDP hewl dide vê komploya li dijî gelan ji nû ve zindî bike.
Weke ciwan û jinên ciwan ên Rojavayê Kurdistanê, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker li ser Rojava û Başûrê Kurdistan em ê li qadan bin. Gerîlayê Kurdistanê li dijî dewleta Tirk a dagirker, her dewleta ku dixweze êrîşî Kurdistanê bike û dijminê Kurdê azad û çeteyên wê yên kirêdar bû şer kir. Li aliyek din, KDP, erdên Kurdistanê li ser tehtek zêrîn pêşkêşî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ku dixwazin Kurdistanê dagir bikin kir. Gava ku DAIŞ’ê dixwest Başûrê Kurdistan û Şengal dagir bike, pêşmergeyên ku bêyî ku li paş xwe mêze bikin reviyan, îro jî li çiyayên Kurdistanê cîh ji dewleta Tirk a dagirker re vedikin.
Em ê hesabê xiyaneta PDK û çeteyên bi pere a Roj bipirsin, yên ku ji Şengalê derketin û reviyan, di dema dagirkirina Efrînê de bûn alîgirê dewleta Tirk, li Xakûrkê û Heftanîn cîh ji dewleta Tirk re vekir. Îro êrişên li dijî Garê hatiye kirin jî li dijî Kurd û Kurdistana azad hatiye kirin. Weke ciwan û jinên ciwan ên Rojava, em berpirsyar in ku ne tenê Rojavayê Kurdistanê, her wiha 4 parçeyên Kurdistanê û çiyayên wê jî biparêzin.
Li ser vî bingehî, em ê jî gel gerîlayê Kurdistanê yê ku li çiyayên Kurdistanê bi rastiya Kurd a ku ji hêla Rêber Apo ve hatî vejandin şer dike, bisekinin û em ê li dijî dewleta Tirk a dagirker û kukla wê, îxanetkar PDK, têkoşînê bilind bikin. Heya ku azadiya Rêber Apo a fîzîkî û rizgarkirina Kurdistanê dest bixin emê berxwedanekî bêhempa pêşbixin. Erka me wekî ciwanên Kurdistanê; Li ser bingeha serfiraziyê têkoşînê geş bikine.Em weke şopînerên berxwedanek ku dibêje, “çi dibe bila bibe wê encam muhteşem bibe”, em li ser vê esasê seferberiyeke giştî îlan dikin û cihên ku lê ne em berxwedana xwe geş dikin û riya xwe ber bi Garê ve dikin. Soza xwe ya ji bo Rêber Apo, şehîdan û gelê xwe yê welatparêz, em wek ciwanên ku xwediyên rêxistineke ne radestbûnê ne, carek din dubare dikin û dibêjin têkoşîn.
EMÊ TEQEZ SERBİKEVİN!
Yekitîya Jinên Ciwan- Tevgera Ciwanên Şoreşgêr”