NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî agahiyan, di êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de yên li ser Garê, herî kêm 9 leşkerên Tirk hatine kuştin.
Çavkaniyên gerîla diyar kirin ku hejmara leşkerên Tirk ên hatine kuştin û birîndar bûne dibe ku hîn zêdetir be.
Çavkaniyên dewleta Tirk jî ragihandibûn ku Serpelê Piyade Komando Bûrak Coşkûn û Efser Çawişê bi Qidem Harûn Tûrhan hatine kuştin, 4 leşker jî birîndar bûne.