NAVENDA NÛÇEYAN – Girtiyên PKK û PAJK’ê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin, 77 roj in li ber xwe didin. Çalakiya li Mexmûrê di roja 56’yemîn û ya li Yewnenistanê jî di roja 39’emîn de dewam dikin.
Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020’an de, bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku 21 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî ye û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya girtiyên siyasî ku koma 16’emîn dewr girtiye di roja 76’emîn de didome.
GREVA LI MEXMÛRÊ DI ROJA 56’EMÎN DE YE
Li Kampa Penaberan a Mexmûrê, jinan di 18’ê Kanûna 2020’an de li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin. Çalakiya ku li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dest pê kir, di roja 56’emîn de didome.
LI YEWNANISTANÊ DI ROJA 39’EMÎN DE YE
Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dijîn jî ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Ev grev di roja 39’emîn de didome. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê pêşengiya çalakiyê dikin.