STENBOL – Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Îbrahîm Bîlmez û Serbay Koklu ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê bi hinceta “nexşeya rê” ya Abdullah Ocalan a sala 2009’an weke parêzname pêşkêşî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê kiribû weke hincet nîşan da û di 23’ê Îlonê de ji bo 6 mehan hevdîtina bi parêzeran re qedexe kiribû.