KOBANÊ – Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê û Yekîtiya Jinên Ciwan li Herêma Firatê, li dijî komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan konê çalakiyê li dar xistibûn. Îro ciwanan çalakiya xwe bi dawî kirin.
Çalakiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê û Yekîtiya Jinên Ciwan bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, bi dirûşma “Bi rihê berxwedana zindanan em ê komploya navneteweyî, faşîzmê têk bibin û azadiya Rêber Apo mîsoger bikin”, bi dawî bû. Konê çalakiyê di 9’ê Sibatê de li qada şehîd Egîd hatibû vedan û heya sê rojan domand. Di roja dawiyê de şêniyên Kantona Kobanê, sazî û rêxistinên wê serdana kon kirin.
Tê payîn ku wê di 13’ê Sibatê de ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekîtiya Jinên Ciwan li dijî komploya navneteweyî li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan meşa dirêj bê lidarxistin.