MARSÎLYA – Roja yekem a Maşa Dirêj a ji bo protestokirina komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku li bajarê Marsîlya ya Fransayê ku wê 3 rojan dom bike hatibû destpêkirin, li pêşiya şaredariya Marîgnaneyê saet 17:30’î bi dawî bû.
Kurdistanî û dostên wan ên ku saet 10:00’an ji Bordeaûx, Toûloûse, Montpellîer û Dragûîgnan hatibûn li pêşiya şaredariya Martîgûesê kom bûn, piştî xwendina daxuyaniya çapmeneiyê û belavokê dest bi meşê kirin.
Ciwanên ku maskeyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bikar anîn, pankarta bi nivîsa ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû’ û flamayên Ocalan hildan.
Di meşê de belavok hatin belavkirin û sirûd hatin xwendin.
Meşa Dirêj wê sibe saet 09:00’an ji pêşiya Şaredariya Marîgnaneyê destpê bike.