NAVENDA NÛÇEYAN –
Li dijî komploya navnetewî ya 15’e Sibatê li her derê Kurdistanê û li seranserê cihanê Kurd rabûne li ser piya.
Destpêka meha Sibatê vir de gelek deverên Rojava de jî gel li kolana bernadin. Çalakiyên protestoyê yên îsal giştî di bin pêşengtiya ciwanan de pêk tên.
Di vê çarçovê de Ciwanên Dêrîkê jî li dijî komplo û êrişên dewleta Tirk yên li ser Garê konê seferberiyê vedan.
Derheqê kona ku hate vekirin de me wek ajansa Nûçe Ciwan nêrîna gel pirsî.
Dayîka Şehîd Hevrîn wiha got: “Agirê Şoreşê li gel ciwana ye. Vê Tevgerê ciwanan ve destpêkiriye Wê bi ciwantî serbikeve. Ciwanên Şoreşger niha li dijî politikayên dewleta Tirk konê seferbertiyê vedide. Li hember Êrişên li ser qada gerilla divê herkes berxwe bide. Di vê mijarê de Civanên şoreşger re rûniştin nîne, yê her tim di nav çalakiyan de bin. Em jî wek dayîkê zarokên xwe dibêjin ku em li we re ne. Em ji we naqetin. Her çiqa Dewleta Tirk êriş bike yê ewqa kîna me zêde bibe û berxwedana me jî xurtir bibe. Emê piştgiriyê bidin ciwana, heta ku dilopa xuna xwe ya dawî emê ciwanên xwe re bin.”
Ciwanên ku bi navê xwe Mazlûm got ku “Navê min Mazlum e, em wek ciwanên Qamişlo ji Qamişlo hatin ji bo alîkariya hevalên xwe ciwanên Dêrikê bi vê çalakiya xwe konê piştgiriyê. ev çalakî li dijî êrîşên li ser çiyayên Garê ye. wek em dibînin hemû gel û ciwan dest bi dest amadekariya vê konê piştgiriyê dikin.”
Derheqê mijarê de Bavê Hesen Jî wiha got: “Em konê ciwana yê seferberiyê destek didinê û bi vê armancê ve îro li vir gel ciwana ne. Em heta dawiyê pişta ciwanê xwe ne ku vê berxweda û vê tekoşîne bikin. Em dewleta zordar ya Tirk ku êrişê li Garê kir û hevkarên xayîn şermezar dikin, nelet dikin.”