SOLOTHÛRN – Meşa Dirêj a ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya her sal tê kirin, îsal Swîsreyê li herêmî tê kirin.
Tevî rewşa hewayê ya xirab jî Kurdistanî û dostên xwe li bajarokê Zûcwîllê hatin ba hev.
Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan meşê siyasetmedarê Kurd Serhat Agirî axivî û diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk a li Garê dewam komployê ye. Agirî got: “Êrîşa dagirkeriyê ya li Garê ku di serî de Rêber Ocalan û gelê Kurd dike hedef, cardin dixwaze bi komployê berxwedana gelê Kurd bişkînin. Bila hêzên dagirker bizanin ku em ê xwedî li Rêbertiya xwe û gerilayan derkevin û berxwedana me wê teqez bi serketinê tacîdar bibe.”
Piştî axatinan bi dirûşman meşê destpê kir. Di meşê de belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin.
Piştî meşê li qada 1’ê Gulanê mîtîngek hate kirin.
Di mîtîngê de li ser navê KCDK-E’yê Demîr Çelîk axivî û got: “Gelê Kurd 22 sal in ji bo şikandina tecrîda mutlaq bişkîne û azadiya Rêber Abdullah Ocalan pêk bîne, wê tim li qadan be.”
Piştre ciwanan serdana ‘Pirtûkxaneya Rêbertiyê’ kirin.