NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgerên ciwanên Kurd ên li Ewropayê TCŞ û TÊKO-JIN têkildarî êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser herêma Garê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ciwanên Kurdistanê wê li dijî van êrişan û xeta xiyanetê helwesta xwe bi rengê herî tund nîşan bidin û hate gotin, “Meşa Azadiyê ya ku Rêber Apo dest pê kir, xiyanet mehkûmî têkçûnê kir. Bi navê TCŞ û TÊKO-JIN em dibêjin ku di vê dema dîrokî ya têkoşîna azadiyê ya gelê xw de em ê li ser xeta Apoyî têkoşîna xwe mezin bikin û destên dirêjî gerîla dibin bişikînin.”
Di daxuyaniyê de bang li ciwanên Kurd ên li Ewropayê hate kirin ku li dijî faşîzm, tecrîdê û dagirkeriyê asta çalakiyan xurt bikin û ji bo çalakiya 13’ê Sibatê ya li Freîbûrgê banga tevlîbûnê kirin.