SÎDEKAN – Hat ragihandin ku saziya îstîxbaratê (Parastin) a girêdayî PDK’ê li herêma Sîdekan ciwanan bi gef û zextan direvîne. Di hefteyek dawî de 3 ciwanan hatine girtin û tu agahî ji malbatên wan re nayên dayîn.
Li navçeya Sîdekan a girêdayî parêzgeha Hewlêrê, çeteyên girêdayî Parastinê pêla binçavkirina ciwanan daye destpêkirin. Li gorî zanyariyên ku çavkaniyên ji Sidekanê dane, îstixbarata pdk’ê Parastin û komên bi navê “antî teror” li navenda Sidekan û gundan ciwanan tehdît dikin û wana direvîne.
Li gorî zanyariyan di 6’ê Sibatê de çeteyên Parastinê li nava bazara Sidekan 2 birayên bi navê Cigir Reşît û Reşad Reşît revandin. Malbatê ragihand ku zarokên wan li nava bazarê hatine tehdîtkirin û bi darê zorê hatine revandin. Malbatan gotin ku welatiyên li bazarê xwestine ku pêşiya revandinê bigirin, lê gef li wan jî hatine kirin.
Duh jî li gundê Distana yê li Deşta Hertê ciwanê bi navê Mehemed Şakir hate revandin û binçavkirin.
Li ser revandinê malbatan serî li cihên pêwendîdar dan û xwestin têkildarî zarokên xwe agahî bigirin, lê bersiva “Heta 9 rojan bila tu kes pirs neke, em agahî nadin tu kesî” ji wan re hatiye dayîn.
Hat ragihandin ku ciwanên hatine binçavkirin li Diyana tên girtin.