HESEKÊ – Bi nêzîkbûna salvegera 22`emîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan ku di 15`ê Sibata 1999`an de pêk hat, li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo şermezarkirkina komployê çalakiyên cur bi cur tên lidarxistin.
Di wê çarçoveyê de, Tevgera Ciwanên Şoreşger bi hevkariya Tevgera Çand û Hunerê û Yekitiya Rewşenbîran a Hesekê bi dirûşma “Azadî û edalet ji bo rêber Ocalan” pêşangeke wêne û pirtûkên rêber Abdullah Ocalan li dar xist. Di roja 3`yemîn a pêşangehê de şandeyeke Tevgera Civaka Demokratîk, Partiya Yekitiya Demokratîk, Partiya Sûriya Pêşerojê û Komîteya Aboriyê beşdarî pêşangehê bûn.
Li pêşangehê nivîskar û nûnerê Yekitiya Rewşenbîran li Hesekê Ezher Dawûd behsa qonaxên jiyana rêber Abdullah Ocalan kir.
Dawûd diyar kir ku derketina fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan îradeya xurt di kesayetên wan de da avakirin û got: “Gelên herêmê bi fikirê rêber Ocalan ve hatin girêdan û ji bo wê yekê bi hezaran zarokên xwe feda kirin.”
Dawûd destnîşan kir ku fikirên rêber Ocalan encamên erênî bi dest xist û got ku fikirê Ocalan belav bû û hikumeta Tirkiyê wekî xeterî li ser xwe dît.
Dawûd di dawiya axaftina xwe de Komploya Navneteweyî li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: “Baweriya me heye ku wê roja azadiyê ji nû ve hilê, rêber Ocalan azad bibe û dê projeya neteweya demokratîk bigihîne serî.”
Tê payîn ku pêşangeh heta 14`ê Sibatê dewam bike.