AMED – Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, ku di 27’ê Mijdarê de li girtîgehan dest pê kir, di roja 79. de didome. Ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê yên li girtîgehan di pêşengiya jinên ciwan û ciwan de gelek çalakî hatin lidarxistin.
Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Amed, ji bo balê bikişîne ser tecrîd û çalakiyên greva birçîbûnê li navçeya Peyas a navçeya Kayapınar meşek meşaleyî li dar xist. Di meşê de ji aliyê meclîsa ciwanan ve dirûşmên “Bijî Berxwedana Zindana”, “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” hatin qîrîn.