NAVENDA NÛÇEYAN –
Bi minasebeta salvegera 22’an a komploya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocelan wek berdewamiya Komployê êrîşên li ser Garê, ciwanên Şengalê meşek meşaleyî li darxistin.
Meşa ku bi Pêşengiya Yeketiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) û Yeketiya Jinên Ciwan ê Êzidî ( YJCÊ) pêk hat li ser rêya sereka komalgeha Guhbel a Şengalê despê kir. Meşa ku bi dehan ciwanên Êzidî Beşdar bûn bi gotinina Siloganên ji bo Azadiya Ocelan, heya ber şaredariya Gel a Guhbel dewam kir.
Li vir ciwan li hev kombûn û têkildarî armanca meşê li ser navê YCÊ û YJCÊ’ê daxuyanî hat dayîn.
Di daxiyaniya ku ji aliyê Endamê YCÊ’ê Hekîm Şengalî ve hate dayîn di serî de komploya 15’ê Sibatê hate Şermezarkirin û di heman deme de berxwedana gerîla a li Garê hate silav kirin.
Di daxuyaniyê de li dijî dagîrkeriyê banga bilindkirina Tekoşînê li tevahiya ciwanan hate kirin. Ciwana diyar kirin ku ewê ji bo pûçkirina komployê bi her cureyê têbikoşin.
Di daxuyaniya ciwanan de bang li tevahî ciwanên Êzidî hate kirin ku ji bo azadiya Ocalan û têkbirina dagirkeriya Tirk a li garê di heman deme de gefên li ser Şengalê têbikoşin.