NAVENDA NÛÇEYAN – Girtiyên PKK û PAJK’ê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin, 79 roj in li ber xwe didin. Çalakiya li Mexmûrê di roja 58’emîn û ya li Yewnenistanê jî di roja 41’emîn de dewam dikin.
Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020’an de, bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 21 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî ye û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya girtiyên siyasî ku koma 16’emîn dewr girtiye di roja 79’emîn de didome.
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Navçeya Artemêtan a Wanê Nedîm Şîpal, destnîşan kir ku daxwazên girtiyan daxwazine rewa ne. Şîpal, anî ziman ku girtî doza heq, hiqûq û edaletê dikin û got: “Daxwazên girtiyan daxwazê me ne jî.”
Şîpal, çalakiya greva birçîbûnê ya sala 2018’an jî bibîr xist û got: “Ev daxwaza, tenê ne daxwazên girtiyan, daxwazên mirovahiyê ne jî. Divê em hesas bin. Dengê xwe bilind bikin. Divê em bibin dengê girtiyan. Tecrîd, sûc e li hemberî mirovahiyê. Li vî welatî muameleyeke mirovî tune ye. Hiqûq û edalet tune ye.”