NAVENDA NÛÇEYAN – Insîyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê bi çalakiyan Komploya Navnetewî ya li ser Rêberê Gelan Abdulalh Ocalan şermezar kir û berxwedana Garê slav kir.
Insîyatîva Jinên Tîrêjên Rojê ragihand yekîneyên wan ji bo şermezarkirina 15’ê Sibatê Komploya Navnetewî û dijî êrîşên dagirker ên li ser Garê, 8,9,10, 11 û 12’ê Sibate li bajarên Tirkiyê çalakî kirine.
Insîyatîvê ragihand yekîneyên wan 9’ê Sibatê li Edîrne Merîçê û li Tekîrdag Maklarê 9 wesayitên nîjatperestên Tirk ên AKP-MHP’yî şewitandine.
Bi berdewamî hate ragihandin 8’ê Sibatê li Koceelî Dîloavayê 7 wesayit, li Stenbol Umraniyê fabrîkayeke eşyayên spî û li Yalova Çinarcikê jî 4 atolyayên tekstîlên yên nîjatperestên Tirk hatine şewitandin.
Insîyatîva Jinên Tîrêjên Rojê diyar kir 10’ê Sibatê li Stenbolê Şîşlî depoyeeke nalbûrê û li Sakarya Hendekê jî qemyoneke nîjatperestên Tirk ên AKP’yî hatine şewitandin.
Insîyatîvê bi berdewamî got 11’ê Sibatê li Kocaelî Gebzeyê fabrîkaya ku eşyayên spî hildiberîna hatiye şewitandin û her wiha li Stenbol Beylîkdûzu li djî wesayita polîsên Tirk çalakiya bi molotofan û bi bombeyên bi destan çêkirî, hatiye kirin û di encama çalakiyê de polîsekî nîjatperest birîndar bûye.
Herî dawî hate gotin yekînyên Jinên Tîrêjên Rojê 12’ê Sibatê li Stenbol Hadimkoyê 5 wesayiten nîjatperest û faşîstên Tirk ên AKP-MHP’yî hatine şewitandin.