DÊRIK – Şêniyên herêma Beravê, endamên PYD`ê, Dadgeha Gel a Dêrikê, Şaredariya Gel a Dêrikê, Meclisa Malbatên Şehîdan û rûspiyên eşîran berê xwe da konê çalakiyê.
Di bin kon de endamê PYD`ê Subhî Ilyas wiha axivî: “Em di pêvajoyeke hesas re derbas dibin, bi taybet di meha Sibatê de. Meha ku li dijî rêber Abdullah Ocalan, Tevgera Rizgariya Kurdistanê û gelên azadîxwaz Komploya Navneteweyî pêk hat.”
Paşê lêkolîner Mehmûd Kalo jî behsa berxwedana gelên şoreşger û amadekariyên ji şerê taybet re kir ku sîstemên desthilatdar û dewletên dagirker pêk tînin da ku gelan û mafên wan têk bibin.
Mehmûd Kalo destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hemû şêwazan dixwaze Tevgera Rizgariya Kurdistanê û fikrên rêber Abdullah Ocalan têk bibe.
Paşê Koma Cûdî stran gotin û Koma Ava Mezin jî şanoyek pêşkêş kir.
Çalakiya kon dê heta sibê dewam bike.