KOBANÊ – Meşa Ciwanên herêma Firatê ya ku li dijî komployê destpê kirî bû di roja xwe ya yekemîn qedand.
Meşê ji çerxerêya gundê Rûfî ku 10 km li başûrê Kobanê ye, dest pê kir.
Di destpêka meşê de, Tevgera Ciwanan daxuyaniyek ji raya giştî re da, di daxuyaniyê de banga bilindkirina têkoşînê li dijî dagirkeran kirin.
Piştî daxuyaniyê, meş bi tevlêbûna bi sedan ciwanên herêma Firatê dest pê kir.
Cihên ku ciwan îro di nav de derbasbûn şêniyên li wan deran eleqeyeke mezin nîşan danê.
Ber bi êvarê meş Til Xezalê roja xwe ya yekemîn qedand. Sibê meş yê ber bi Şeranê berdewam bike.