NAVENDA NÛÇEYAN – Meşa bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan hatiye organîzekirin, bi sedan şênî, tevî endamên saziyên sivîl, leşkerî û partiyên siyasî yên Tebqayê tevlê bibûn.
Meş ji taxa Ewel a bajarê Tebqayê dest pê kir û bê navber durişmeyên banga azadiya rêber Abdullah Ocalan hatin avêtin.
Meş li taxa Sanî bi dawî û deqeyeke rêz hate girtin. Bi navê Komîteya Rêbertî Cuheyna El-Miso axivî, bang li tevahî rêxistinên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan û her ferdekî azad kir ku banga azadiya rêbertî bike.
Cuheyna El-Miso got: “Bi dengekî em ji hêzên komploger re dibêjin hûn nikarin roja me tarî bikin, bijî rêbertî û bê serok jiyan nabe.”
Piştre bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan, endamê tevgerê Hesen Mihemed daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de bêdengiya navneteweyî ya li hemberî girtina rêber Abdullah Ocalan hate şermezarkirin û hate gotin: “Tevahî pêkhate û gelên azad ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hêrs vê komployê red dikin û şermezar dikin. Ev kompo sûc e ku ji bîra gelan naçe û dibe agireke erşê Erdogan û çeteyên wê bişewitîne.”
Ciwanan her wiha di daxuyaniya xwe de gotin: “Ji vir ji bajarê Tebqayê em peyamekê ji rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan re dişînin û dibêje, em li ser soza xwe ne, şopdarên xeta te ne, em ê newestin û ranwestin ta ku tu azad bibe û bi ramanê xwe tevahî cîhanê ronî bike.”