NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sofi Xerzan daxuyaniyek nivîskî ve der barê çalakiya ku li dijî komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê li Stenbolê pêk anî de agahî da.
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sofî Xerzan, li munasebeta salvegera komploya navneteweyî ya 15-ê Sibatê, li du nuqteyên dewletê yên li navçeya Sultangazi ya Stenbolê, çalakiyek bi teqemeniyên bi destan pêkanî.
Yekîneya tolhildanê diyar kir ku çalakvanên “Hûn nikarin Roja me tarî bikin” dê ruhê fedaiyê careke din bînin bîra dewletê û wiha got:
“Komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê plansaziyek qirkirin û tinekirinê ye ku di şexsê Rêber Apo de li ser hemû gelê Kurd, taybet ciwanan tê meşandin. Lê me pir baş dît ku şehîdên ‘Hûn Nakarin Rojê Me Tarî bikin’ , ku xwe li dora Serokatî bi êgir dorpêç kirin, polîtikaya ku dahat xwestin vala hat derxistin. Dewleta dagirker re bin neketina tevgera me hate pejirandin. TC a dagirker, ku di êrîşa dagirkirinê ya ku îro li dijî Garê pêk anî de careke din têk çû, bi darbeya ku xwar re namîne. Em, wekî ciwan, dê li her derê bibin kabusên wan û heta ku wan li ser axa xwe bavêjin emê berxwe bidin.
Weke şopdarên şehîdan û Rêber Apo, em dixwazin carek din dubare bikin ku heya azadiya fîzîkî ya Rêberê me pêk neyê û em ê têkoşîna serfiraziyê bimeşînin em ê li her qadê bêhna xwe nedin li ser dewleta Tirk binketina wan ferz bikin.”