NAVENDA NÛÇEYAN – Kampa ku êsîrên li destê PKK’ê de bûn dewleta Tirk bombebaran kir û leşker û polêsên êsîr kuştin.
NPG’ê deheqê mijarê de wiha daxuyanî dabû:
“Li dijî kampa ku êrişa dagirkeriyê lê hate kirin û êsîrên şer ên hêzên ewlekariyê yên Tirk lê bûn, êrişeke bi xwînxwarî hate kirin. Ev kamp sibeha 10’ê Sibatê saet 05:00 destpêkê ji hewayî ve bi rengekî giran hate bombekirin, piştre jî ji bejahî ve bi her cûre teknîka şer êriş lê hate kirin. Hêzên me yên li vê kampê, ji bo xwe û êsîran biparêzin, di bin bombardûmaneke giran de bersiva pêwîst dan dagirkerên dixwestin bikevin kampê û derbên giran li wan dan. Artêşa Tirk a dagirker ku derb xwar û neçar ma bi gavekê xwe vekişîne, tevî ku zanîbû li vê kampê êsîr hebûn, bi balafirên şer careke din bombardûmaneke giran lê kirin. Bombardûmana giran a ku sê rojan dewam kir, şerê giran ê li derve û hundirê kampê, bû sedem ku beşek ji personelên MÎT’ê, leşker û polîsên dîlgirtî jiyana xwe ji dest bidin. Tevî ku mirovekî ji rêzê yên xwedî agahiyên leşkerî jî zane, bi êrişeke bi vî rengî ya li ser kampê kes ji wê derê sax nafilite, êrişa li ser vê kampê bi ti awayî ne ji bo rizgarkirina dîlgirtiyan bû, bi temamî ji bo kuştina wan bû. Yekane berpirsyarê kuştina van mirovan, Hûlûsî Akar e ku biryara vê êrişê da û ti hesta mirovî pê re nîne.”
Dîmenan de jî dixuyê ku Dewleta dagirker bi awayekî hovane êrişê êsîran dike.