HELEB – Helebê li dijî Komploya 15’ê Sibatê îro bi zêdetir bîst hezar şênîyên Şêxmqesûdê derketin meş ji bo komploya li ser Rêber APO li Şêx Meqsûdê Helebê pêk hat.
Meş ber Qebo Yasîn destpêkir û bi silogana “Bê serok jiyan nabê” , “Na ji tecrîdê re , dem dema azadî ye” ve berdewam kir û di meşê da şênîyan ala Seroketî û wêneyên serok APO hatin rakirin. Meş ber bi cibanat ve berdewam kir. Her wiha bi deqeyek rêzgirtin hat girtin û li ser navê PYD heval Eyşa Hiso axivî.
Eyşe Hiso diyar kir ku: Garê de dewleta Tirk têk çû. Ev serkeftin yê bibe destpêka hilweşîna dewleta tirk.
Bi vê coşê ve em wek gelê helebê soz didin ku heta Serokê me azad bibe emê li ser piya bin. Kes nikare roja me tarî bike.” Meş bi silogana “Bijî Serok Apo” ve bi dawî bû.