LAVRÎO – Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Lavrîo ya Yewnanistanê bi meşekê hate protestokirin.
Meş ku li ser banga Nevenda Çanda Kurdistanê ya Atîna hate kirin, ji kampa koçberên Kurd lê ne destpê kir heta navenda bajar dom kir.
Di meşê de bê navber dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî PKK’ û pankata ‘Ji bo azadiya Rêber Ocalan, bi hev re têkoşînê bikin’ hate hildan.
Piştî meşê daxuyaniyek hate dayîn û hate gotin gelê Kurd û dostên wan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li her derê dinê li ser lingan in, ev hate gotin: “Azadiya Rêber Ocalan, Azadiya Kurdistanê ye, li ser vî bingehî em ê li her derê li ber xwe bidin.”
Li aliyê din çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oacalan hatibû destpêkirin di roja 43’an de didome. Çalakî ji aliyê komeke ji 8 kesan û her 5 rojan tê dewir kirin.