ŞIRNEX- Li Kolana Îdîlê ya Cizîrê di hundirê qereqola polîsan de teqînek mezin çêbû.
Li Kolana Îdîlê ya navçeya Cizîr a Şirnexê, di hundirê qereqola polîsan de teqîneke mezin çêbû. Piştî teqînê li bajêr dengê ambulansan hat bihîstin û gelek wesayîtên zirxî sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Derbarê teqînê de heya niha tu daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.
Hat diyarkirin polîs li nasnameya kesên li herêmê dinerin û gelek kes binçav kirine.