MÊRDÎN – Di 15’ê Sibata 1999’an de, Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di bin komployek navneteweyî de hat girtin û civakek di şexsê Rêberê Gelan de hate xwestin ku were hilweşandin. Komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê di 22 sala xwe de li gelek deveran bi protesto û çalakiyan hat şermezarkirin.
Li navçeya Qoser a Mêrdînê, ciwanên welatparêz di komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an de ji bo şermezarkirina dîlgirtina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan kolanên Qoserê bi wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan xemilandin.