LAVRIO – Bi komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê re, di şexsê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan de gelê Kurd, di serî de ciwan û jinên ciwan hat xwestin ku werin darizandin û tine kirin. Li Kurdistan û gelek deverên cîhanê, komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê bi çalakî û xwepêşandanên bi pêşengiya ciwanan hate lanet kirin.
Li bajarê Lavrio yê Yewnanîstanê, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li sînevîzyona ku têkildarî komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê hatî amadekirin temaşe kirin. Ciwanan berî destpêkirina sînevîzyonê ku navên şehîdan “Hûn nekarin Roja me tarî bikin” yek bi yek xwendin, , piştî sînevîzyonê bi dirûşmeyên dijî 15’ê Sibatê çalakiyên xwe bi dawî kirin.