ŞEHBA – Ciwanên Şehbayê serkeftina gerîlla ya li dijî artêşa Tirk a Garê pîroz kirin.
Artêşa Tirk 10’ê Sibatê li dijî qada Gerila ya Garê qaşo operasyona dagirkirinê da destpêkirin.
Lê demeke kurt de gerilla kontrola şer girt destê xwe û artêşa Tirk binkeftineke dîrokî ve mecbûr ma ku paş ve bikişe.
Li ser vê li seranserê Kurdistanê gelê kurd berxwedana Garê pîroz kirin.
Îro jî ciwanên Şehbayê ji bo pîrozkirina Berxwedana garê Konvoyeke wesayîta çêkir û dehan wesayît û sedan ciwan tevlê pîrozbahiye bû.
Pîrozbahiyê de li ser navê ciwana Dilsoz Efrîn axivî û wiha got:
“Gerillayê Kurdistanê li hember faşizma dewleta Tirk çok danenî û ji ber vê Garê de jî li ser ket.
Gerilayê Kurdistanê xeta fedaîtiyê temsîl dike. Gerilayên Rêber Apo ne. Heta ku Kurdistana mezin ava bibe û bibe yek emê li ger gerîllayên xwe bin û li gel wan li dijî faşîzmê şer bikin.”
Piştê axaftina Dilsoz Efrin ciwana sloganên “Bijî berxwedana Garê û Bijî Serok Apo avêtin.