AMED –Protestoyên li dijî komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê îro li gelek herêman berdewam kir.
Li Amedê duh, tevî astengiyên polîsên dagirker ên faşîst, ciwanên welatparêz bi dirûşmeyan li dijî komploya navneteweyî meşiyabûn.
Ciwanên welatparêz îro bi dirûşmeyan, li Taxa Kaynartepe ya navçeya Bağlar a Amedê meşiyan. Ciwanên welatparêz bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “PKK Gel e, Gel Li vir e”, “Fermandar Egit sax e, PKK şer dike” li kolanên Amedê qêrîn kirin. Di meşê de, gel bi çepik û dirûşmeyan piştgirî da ciwanan.