NAVENDA NÛÇEYAN – Artêşa Tirk 10’ê Sibatê li dijî qada Gerila ya Garê qaşo operasyona dagirkirinê da destpêkirin.
Lê demeke kurt de gerilla kontrola şer girt destê xwe û artêşa Tirk binkeftineke dîrokî ve mecbûr ma ku paş ve bikişe.
Li ser vê li seranserê Kurdistanê gelê Kurd berxwedana Garê pîroz kirin.
Li Helebê taxa Şêx Mexsûdê di pêşengtiya Ciwanan de gel kom bû. Piştê kombûna gel stran û dilanê ve şahiyek mezin çêbû û gel sloganên “Bijî Berxwedana Garê” , “Bijî Serok Apo” ve serkeftin pîroz kir.
QAMİŞLO –
Bi heman armancê Qamişloyê jî li ser bangawaziya TCŞ û YJC’ê ciwan daketin qada. Sedan ciwan konvoya wesayîta çêkir û sitran û siloganan ve di nav bajêr de geriyan. Ciwan herî dawî li ber navenda Parastina Cewherî ya Qudur Beg sekinîn û dîlan û sitranan ve serkeftina Garê pîroz kirin.