AMED – Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) ragihand ku wan li dijî wesayîta zirxî ya komara Tirk a dagirker li dijî komploya 15’ê Sibatê li Amedê çalakiyek li dar xist.
Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) têkildarî çalakiyê van agahiyan dan:
“Di êvara 15’ê Sibatê de, yekîneyên me yên DGH li navçeya Amed Sûrê li dijî maşîneya zirxî ya dijmin çalakiyek bi teqemenî û fîşekên bi destan çêkirin. Yekîneya me bi saxî digihişt cihê xwe, dijmin tevahiya rojê tax dorpêç kir. ”
Daxuyaniya ku ji hêla DGH ve hatî dayîn ev e:
“Komplo li Garê careke din hate vala derxistin”
“Di 15’ê Sibatê de bi pêşxistina komployek li dijî gelê Kurd, taybet ciwanên Kurd, di kesayeta Rêber Apo de hat xwestin ku gelê Kurd û tevgera me were tunekirin. Komploya navneteweyî, ya 15’ê Sibatê kete sala 23-an a dewleta Tirk a dagirker êrîş bir ser Garê, ku dixwest vê Roja Reş gelê Kurd dubare bike. Lê belê, çawa ku komplo di 15’ê Sibata 1999-an de di şexsê çalakvanên “Hûn nikarinRoja me tarî bikin” hate vala derxistin, îro jî gerîlayên azadiyê careke din Garê bi definkirina li dijmin ve pûç kirin.
Em wekî ciwanên fedaî ên Rêber Apo û gelê Kurd, careke din diyar dikin ku heya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were, em ê di nav têkoşînek bê bêhn de bin, li ser vê bingehê em ê nehêlin ku yek deqeyek jî dijmin li axa Kurdistanê de bêhna xwe bigre “