MEXMÛR – Artêşa Tirk 10’ê Sibatê li dijî qada Gerila ya Garê qaşo operasyona dagirkirinê da destpêkirin.
Lê demeke kurt de gerilla kontrola şer girt destê xwe û artêşa Tirk binkeftineke dîrokî ve mecbûr ma ku paş ve bikişe.
Li ser vê li seranserê Kurdistanê gelê kurd berxwedana Garê pîroz kirin û pîrozbahî berdewam dikin.
Pîrozbahiya herî dawî di pêşengtiya Ciwanan de li Wargeha Mexmûrê pêk hat. Di destpêkê de ji bo bîranîna şehîdên Garê û zindana deqekî rêzgirtin pêk hat.
Piştê rêzgirtinê li ser navê ciwana Kajîn Ozerk daxuyanî da. Kajîn Ozerk diyar kir ku
“Berxwedana Garê berxwedaneke dîrokî ye. Ji ber vê divê wek cejnekî bê pîroz kirin.
Hevalên ku li wê derê berxwedan û şehîd ketin em ji wan pîroz dikin û birêzdarî bibîr tînin. Dijmin li Garê de xwest ku liser kurda komployekî pêk bîne lê Gerila ev komplo vala derxist. Ji ber vê ev serkeftin serkeftina hemû gelê kurd e. Wek ciwanan jî emê erka xwe ya dîrokî pêk bînin. Êdî axaftin na dem dema pratîkê ye.”
Piştê axaftina Kajîn endamên Çand û Hûnerê stranên serkeftinê gotin. Ciwanên Mexmûrê bi sitran, dîlan û siloganan ve heta derengiya şevê pîrozbahiya xwe domandin.