NAVENDA NÛÇEYAN – Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Newroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, bi hinceta “Nexşeya rê” ya ku Ocalan sala 2009’an ji bo parastinê pêşkêşî Dadgeha Mafên Mirovan a Eworpayê kiribû, di 23’ê Îlonê de ji bo 6 mehan hevdîtina bi parêzeran re qedexe kiribû.