STENBOL – Li dijî tundiya polîsan a li ser xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî, 328 rêxistinên civakî û demokratîk kampanya îmzeyan a “Em bi hevre ne” dan destpêkirin û Zanîngeha Xweser xwestin.
Çalakiyên li dijî tayînkirina Rektorê Qeyûm a Zanîngeha Bogazîçî didome. Bi fermana Serokomar û Serokê AKP’ê Tayyip Erdogan Melih Bulu yê AKP’î wekî qeyûm tayînî Rektoriya Zanîngeha Bogazîçî hatibû kirin. Çalakî û nobeta li dijî Rektorê Qeyûm a xwendekar û akademîsyenên zanîngehê berdewam dike. Li aliyê din rêxistinên demokratîk û civakî jî piştgiriyê didin çalakiyan.
328 rêxistinên civakî û demokratîk li dijî tundiya polîsan a li ser xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî, kampanya îmzeyan a “Em bi hevre ne” dan destpêkirin û Zanîngeha Xweser xwestin. Kampanya îmzeyan di 7’ê Sibatê de dest pê kir û heta niha 328 rêxistinên sivîl û demokratîk piştgirî dan û Zanîngehên Xweser xwestin.