NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên Tolhildanê yên Şehîd Sema Koçer ên KBDH’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku 18’ê Sibatê li navçeya Çûkûrova ya Edeneyê, li dijî mînîbusa hêzên polîsan ku ji bo guhertina nobedê di rê de bû, bi bombeya bi destan hatî çêkirin çalakî hatiye lidarxistin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Di encama çalakiyê de mînîbusa ku polîsên taybet tê de bûn hate îmhakirin, lê hejmara polîsên mirin û birîndar bûn nehate zelalkirin. Piştî çalakiyê gelek ambûlans hatin cihê çalakiyê. Her wiha arkuj û hêzên polîsan jî sewqî cihê çalakiyê hatin kirin.”
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bi rêya vê çaçlakiyê wan şehîdên berxwedana Garê bi bîr anîne û ev berxwedana dîrokî silav kirine.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Em ji hikumeta faşîst û hêzên wê yên çekdar re dibêjin; em ne tenê li Garê ne, em li her bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê ne. Têkoşîna me ya li dijî faşîzmê wê di her qonaxê de bê bilindkirin.”