NAVENDA NÛÇEYAN – Serokê berê yê Daîreya Îstîxbaratê ya Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk Îsmaîl Hakki Pekîn li qenala CNNTurkê di 16’ê Sibatê de beşdarî bernameyekê bû û diyar kir ku divê êriş li dijî rêveberên KCK’ê bê kirin.
Îsmaîl Hakki Pekîn bi vê gotinê li komkujiya Parîsê mikur hat; “Li Ewropayê jî rêveberên wan hene. Divê em tiştekî bînin serê yên li Ewropayê. Yanî berê li Parîsê hatibû kirin, belê…”
Li Parîsê di 9’ê Çileya 2013’an de ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez hatibûn qetilkirin. Di lêpirsînê de pêwendiya MÎT’ê ya bi komkujiyê re eşkere bûbû û tevlî îdîanameyê hatibû kirin.
KCDK-E û TJK-E’yê bi daxuyaiyekê bal kişandin ser vê mikurhatinê û di serî de Fransa bang li hikumeta Ewropayê kir ku bi berpirsyariya xwe rabin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Hikumet Fransayê divê vê mikurhatinê tavilê weke weke delîlekî şênber qebûl bike û dosyaya komkujiya Parîsê ya hatiye girtin ji nû ve veke, ronî bike û pêşî li wê yekê veke ku di serî de Tayyîp Erdogan sûcdar hemû li dadgehên navneteweyî bên darizandin. Piştî vê mikurhatinê divê welatên Ewropayê li hemberî gefên dewleta Tirk a faşîst ên li dijî Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Ewropayê helwestê nîşan bidin.
Haya dewletên Ewropayê û Fransayê ji tevna û karên îstîxbaratê yên dewleta Tirk heye. Di van gotinan de ku Serokê berê yê Daîreya Îstîxbaratê ya Fermandariya Giştî armancên dewleta Tİrk, gef û komkujiyên nû bi rengekî şênber radixe pêş çavan.
Bi navê KCDK-E û TJK-E’yê bi vê wesîleyê em careke din bang li hikumeta Fransayê dikin ku bi berpirsyariya xwe rabin. Têkoşîna me ya azadî, wekhevî û demokrasiyê ya li dijî faşîzma AKP-MHP’ê wê bi biryardarî dewam bike.”