NAVENDA NÛÇEYAN
“Piştî ku me hevala Nûjîn dît û ew sohbeta wê ya bi bandor ku ez ê tu carî ji bîr nekim kir, ez bi hevalê Serdar re mijûl bûm. Bi gotina hevalê Serdar min ji çenteyê wê pembû û tendiryod derxistin. Bi vî awayî an bi dengê serdar ez ji nava nîgaşan derketim û vegeriyam jiyana rastîn. Di wê navberê de min ji hevalê Qendîl pirsî, ka gelo li cem wî av heye an nîn e.
Lê rewşa ku em ketibûnê û pirsa ku min kir, kir ku dilê bi me bişewite. A rast dilê me, me bixwe li xwe dianî. Li ser pirsa min, hevalê Qendîl; “Weleh hebû, lê ez nizanim, bê li ku maye, ka deqeyek ez herim mêze bikim, ez ê zû vegerim”
Di vê navberê de ez bi dermankirina birînê mijûl bûm. Pê re jî min henekan jî dikir, da ku moralê Serdar bînim cî. Di dest me de jixwe tenê şûtika me hebû û min bi qasî çend bihostan jêkir û pê birînê girê da. Hê ez bi birînê re mijûl dibûm, hevalê Qendîl hate hawara me û bi bîdonek avê ku nîvco bû vegeriya.
Bi dîtina bîdonê re hevalê Serdar demildest xwe çengî avê kir. Lê nedibû ku di vê rewşê de ez avê bidimê. Min jî bêyî ku ew bîdonê avê bigire, bi destê xwe min avê kêm kêm dayê. Yanî hema mirov dikare bêje, kêmek qirika xwe şil kir. Ji ber di rewşên wisa de av xwînê ron dike û ev jî dike ku xwîn zêdetir biherike.
Di birîndariyande herî zêde av tê xwestin. Hebe tunebe av e. Tîbûn dertê asta herî jorîn. Lê berevajî vê ya herî ne baş jî av e. Lê israra avxwestina Serdar berdewam dikir. Jixwe tîbûna min ne hewceye ez bahs bikim. Ji duh û pê de dilopek av neketibû qirika min. Lêvên min jî hem terikîbûn hem jî qalik girtibûn. Hinavê min dişewitîn. Min jî ji ava bîdonê qurtek vexwar. Hesteke wisa xweş bû ku, mîna ku ez ji nû ve jidayîk bûbûm. Fena şîrê dayîkê bû…
Êdî em derengî diketin. Pêwîst dikir ku em bikevine tevgerê. Divê me xwe bi lezgînî avêtina piştî sirtê li hember me. Deqeyek jî deqeyek bû. Çi deqeyek, çirkek jî bo me jiyanî bû. Bi vî awayî me Serdar girt navbera xwe û em ketin rê. Piştî ku em gihîştin piştî gir, ez û hevalê Qendîl zivirîn çepera xwe ya ku hevala Nûjîn jê berpirs bû…
Seat dihate dozdehan. Roj tam bilind bûbû û yekser li ser serê me bû. Ji aliyekê ve tîna rojê û ji aliyê din ve jî tîna kevin û latan. Jixwe tîna pevçûnê ji hemûyan zêdetir sotîner bû. Di bin vê qileqijê de em gihîştin cem hevala Nûjîn û pê re jî bi lezgînî min çepera xwe girt. Hemû hevalan serê xwe bi şûtikên leşkerî pêçabûn. Li ser vê yekê min jî serê xwe bi şûtikê girê a. Min ji şûtika xwe parçeyek jêkir û min porê xwe xwe pê girê da. Ev serî girêdan û porpêçan jî xulikdariya hevala Nûjîn bû. Ji ber ku ez cara yekem bû ku li tiştek wisa rast dihatim. Sedema porgirêdana bi şûtikê jî ev bû ku, por an serî bi tevahî di nava tehtan de zêde dîmen dida an go ji hêla dijmin ve baş dihate dîtin. Ez jî tevdîreke ewlekariyê bû. Di şeran de bivê nevê her hêzek xwedî sûîkastvana ye û ji dûr ve hewl didin ku encaman bigirin. Çawa ku sûîkasçiyên me hebûn, yên dijmin jî vala nedisekinîn.
Di çeperê de ez hevalekî bi navê Serhed bi hev re bûn. Serhed bixwe ji başûrê biçûk bû yan jî başûr rojava jî tê gotin. Lê her çiqas wisa be jî bi awayî bilêvkirinê zêde bi xweşiya min neçû. Ew bixwe ji Efrînê bû. Zêde kevn nîn bû. Jixwe berê ez û wî di heman yekîneyê de bûn. Digel vê yekê jî min der barê wî de zêde agahî nedizanibû. Lê ev ne pirsgirêk e, ya girîng ev bû ku, mirov di çeperekê de mil bi mil ji bona hevdu canê xwe bide…”
Gerîla Erdal Dêrik